Kaplan: Divê Hikûmeta Tirkiyê Pakêta Xwe Eşkere Bike
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekîr Bozdag di derbarê daxûyaniyê de got "ne rast e ku em rêxistina terorê weke muatab qebûl bikin û bersiva daxûyanîya wan bidin. Çawa dikin, ew dizanin. Lê tiştên ku lazime, Tirkîye dike. Di vê çarçovê de jibo hemî alternatifan me jî tedbîrên xwe girtine. Jibo ku teror biqede, emê heta dawîyê xebatên xwe bidomînin."
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk jî got “jiber ku heta neha hikûmetê tu gavan neavêtîye, ev daxûyanî hat dayîn. Divê hikûmet bawerî bide gel. Ger hikumet gavên berbiçav bavêje rêya vê pêvajoyê vekirîye.”
Parlamenterê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) yê Şirnexê Hasîp Kaplan ji Dengê Amerîka re destnîşan kir “rawestandina vekişîna gerîla nayê wateya ku ev pêvajo xerabû û şer ê destpêdike. KCK bi vê daxuyanîyê dixwaze sozên ku hikûmetê dabûn, bibîr bixe da ku şertên divê bîne cî.”
Parlamenterê Kurd da zanîn jibo silametîya pêvajoya çareserîyê ev 20 rojên ku wê bên rojên kirîtik in û divê hikûmet pakêta xwe ya demokrasiyê eşkere bike.
