Rêkevtina neftîya navbera Iraq û Hindustanê bo maweya 13 salane
Li gor raporteke rojnameya Hindustan Taymz a çapa Hinsudtanê, her du hikûmetên Bexdad û Niyo Delhî rêkevtinek di buwarê wuze de bo karkirina kompanîyên neftîyên Hindustanê li iraqê û geşedan bi bîrên neft û gazîyên Iraqê bi hev re îmza kirin û biryar wiha ye ku ew rêkevtin bo maweya 13 salan berdewam be.
Nûrî Malikî serok wezîrê Iraqê û şandeke Iraqî ya pê re,di dawîya heyva bihorî de serdana Hindustanê kirin û li wir li gel çend berpirsên pile bilindên Hindustanê kom bûn û rêkevtinek di buwarê wuze de îmza kirin.
