Kompanîyeke Îmaratî li herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna neftê dike
Li gor raporteke rojnameya Naşyonal (National)a Îmaratî, kompanîya Taqa ya herêma Ebûzebî ya Îmaratê li gel hikûmeta herêma Kurdistanê bo berfirehkirin û geşedan bi bloka neftîya Etruş a li parêzgeha Duhokê bi mebesta deranîna neftê, mijûlî guftûgokirinê ye.
Li gor evê raportê, hevbeşê evê kompanîya Îmaratî li bloka neftîya etruş, kompanîya Marathon a Amerîkayî ye û kompanîya Taqa di heyva Desembera bihorî de %53.2 pişkên ewê bloka neftî ji kompanîya Genel Enerjî ya Tirkiyê kirîye.
Birêveberê beşa Iraqê ya kompanîya Îmaratîya Taqa ragihandiye:´´ em çaverê dikin di dawîya îsal de hikûmeta herêma Kurdistanê pilana me pesend bike û çaverê jî dikin ku di sala 2015 de berhemanîna petrolê di bloka Etruş de dest pê bibe.´´
