Hikûmeta Kurdistanê 10 miliyon dolar Sutemenî bo Penaberan dabîn kiriye
Di destpêka civîna han de civata wezîran eşkere kir ku, hikûmet û dezgehên peyvendîdar yên hikûmeta Kurdistanê bo serxistina prosesa hilbijartinan bi her awayî hevkarî û karasanî pêşkêşî komsiyona serbixwe ya hilbijartinan dike.
Civata wezîran herwiha daxwaz ji tevahiya part û aliyên beşdar jî kir daku, girêdayî şîretên komisyona serbixwe bin hewl bo birêvebirina hilbijartinên rêkûpêk bidin daku, ew prosesa han bêyî rûdana ti kêşeyekî were birêvebirin.
Derbarê rewşa ew xwendekarên ku, îzna xwendinê wergirtine û ji derveya Kurdistanê xwendina xwe didomînên de jî civata wezîran biryar da daku, îzinên wan werin cîhbicîhkirin lêbelê pêwîste ji niha û pêde bo domandina xwendinê li derveya Kurdistanê de pêwîste her wezaretek li ser esasê pêşbirkêyeke vekirî û li gorî karînên xwendekaran ji wan re daxwaza îzina xwendinê bike û di vê warî de jî pêwîste pêdeviyên Kurdistanê bi psporan di warên curbicur de were destnîşankirin.
Her di vê derbarê de komîteyeke taybetî bi Serokatiya wezîrê xwendina bilind û endamtiya wezîrê darayî û wezîrê perwerde hate damezrandin.
Di beşeke din ya vê civîna han de civata wezîran behsa proje bûdceya sala 2014an ya hikûmeta Kurdistanê kir.
Di berdewamiya civîna han de behsa meseleya yek kirina buhayê benzînê û hilweşandina pergala koponan jî hate nîqaşkirin û wezîrê çavkaniyên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê Aştî Hewramî eşkere kir ku, piştî her di warê dabeş kirina benzînê de hem jî di warê baş bûna benzînê de kêşeyên gelek girîng hebûn lêbelê niha bi rêya yek xistina buhaya benzînê û baştir kirina qwalîtiya benzînê ew kêşe hatine çareserkirin.
Nav hatî herwiha diyar kir ku, vê rojbiroj qwalîtiya benzînê li Kurdistanê de baştir bibe.
Hewramî eşkere kir ku, îsla hikûmeta Kurdistanê bi qasî 10 miliyon dolar sûtemenî ji Penaberên Rojavayê Kurdistanê re dabîn kiriye.
