• Thursday, 12 February 2026
logo

Di şer de 42 çekdar ji aliyê YPG ve hatin kuştin

Gulan Media September 8, 2013 Nûçe
Di şer de 42 çekdar ji aliyê YPG ve hatin kuştin
Di encama şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG ,Lîwaya Cebet Ekrad û grûpên çekdar de li taxên Kurdan yên bajarê Heleb û Til Ebyedê zêdetirî 42 çekdar û şervanekî YPG hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Piştî ku grûpên çekdar hêriş kirin ser bjarê Til Ebyedê û gundên li rojavayê wê di encam de şer û pevçûnên dijwar di navber wan şervanên YPG de rû dan û 7 çekdar hatin kuştin her weha otombêleke Doçkhilgir jî hate rûxandin.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Şiqêf ya bajarê Helebê di encama şerê navbera Lîwaya Cebeht Ekrad , şervanên YPG û grûpên çekdar yên Ketîbeya Xalid Heyanî, Lîwa Ensar, El Îslam, Şehîdên Sûriyê, Yasir Ezeme, Selahedîn û çekdarên Partiya Azad ya bi serokatiya Mistefa Cûma de 35 çekdar û çervanekî YPG hatin kuştin û zêdetirî 30 çekdar jî birîndar bûne.

Xendna
Top