• Thursday, 12 February 2026
logo

Şêx Edhem Barzanî serdana eşîrên devera Behdînanê kir

Gulan Media September 6, 2013 Nûçe
Şêx Edhem Barzanî serdana eşîrên devera Behdînanê kir
Di çarçoveya serdana xwe bo cem Serok Eşîrên devera Behdînanê de duh endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Şêx Edhem Barzanî serdana eşîrên devera Rêkan kir û çû cem Muhemed Kelhî Rêkanî.
Di hevdîtineke de hevdem ligel nirxandina rewşa niha ya Kurdistanê meseleya hilbijartinên niha yên parlementoya Kurdistanê jî hate giftûgokirin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Muhemed Kelhî Rêkanî spasiyên xwe pêşkêşî Şêx Edehm Barzanî kir bo vê serdana han û diyar kir ku, eşîra wan bi her awayî piştgîriya PDKê dike jiber ku, PDK xwedan dîrokeke baş ya têkoşînê ye.

Her di çarçoveya vê serdana han de Şêx Edhem Barzanî serdana Hecî Melu Mizûrî jî kir û nav hatî jî bi germî pêşwaziya Edhem Barzanî kir û ragehand ku, tevahiya eşîra vî vê piştgîrî ji lîsteya 110 ya PDKê dikin.
Top