• Thursday, 12 February 2026
logo

Mamosteyên olî û pêkhateyên curbicur yên Kurdistanê piştgîriya lîsteya 110 dikin

Gulan Media September 6, 2013 Nûçe
Mamosteyên olî û pêkhateyên curbicur yên Kurdistanê piştgîriya lîsteya 110 dikin
Di çarçoveya destpê kirina kempîna propagendeyên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bo hilbijartinên parlementoyê de, pêkhateyên curbicur yên Kurdistanê li piraniya bajarên Kurdistanê de piştgîriya xwe û PDK û lîsteya 110 diyar dikin.

Di vê derbarê de îro li Akrê Mamosteyên olî û pêkhateyên din yên vê bajarê diyar kirin ku, jiber xebat û dîroka têkoşîn û qurbanî danê ya partiya demokrata Kurdistanê vê dengên xwe bi PDK û lîsteya 110 bidin.

Her di vê derbarê de jî li deverên Mêrgesûr, Soran, Rewandiz, Biradost, Çoman û çendîn navçeyên din yên derdora Balakatê jî piştgîriya xwe bo berbijarên PDKê û lîsteya 110 diyar kirin.
Top