25 saliya enfal kirina Behdînanê li Dihukê hate bîranîn
Merasima han bi deqîqeyek rawestan bo Şehîd û Enfalan û xwendina sirûda Eyreqîb destpê kir û piştî xwendina çend peyv û gotaran Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, enfal proseseke hovane bû bo ji nav birina gelê Kurd ku, ji aliyê rejîma dîktator ya Besê ve hatibû meşandin.
Serokwezîr herwiha eşkere kir ku, enfal û kîmiyabaran her çend du tirajedî û komkujiyên mezinên û dîrok ti carî nikare wan jibîr bike lêbelê ew du tirajedî û komkujiyên han îradeya gelê Kurd ji cîhanê re îsbat kirin.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de hevdem ligel diyar kirina armancên rejîma dîktator ji meşandina prosesa enfalê, behsa terajedî û komkujiyên din yên ku, ji aliyê heman rejîmê ve li ser gelê Kurd hatibûn meşandin kir û got: Ew destkeft û asayîş û bexteweriya ku, îro li Kurdistanê de heye encama berxwedan li hember enfal, kîmiyabaran û komkujiyên din e.
Nêçîrvan Barzanî eşekre kir ku, mafê kesêkarên enfal û şehîdane ku, ew êş û azarên xwe ji bîr bikin û ew jî bi tenê bi xizmet kirin û dabîn kirina jiyaneke baş û bextewer bo wan dibe.
Barzanî di dawiya axaftinên xwe de jî tekez li ser vê yekê kir ku, yek ji ewlewiyetên hikûmeta Kurdistanê xizmet kirina kesûkarên enfal û şehîdan e û bi her awayî hewl dide daku, jianeke baş û kesûkarên enfal û şehîdan dabîn bike.
