• Wednesday, 11 February 2026
logo

Onder: Divê zimanê kurdî di yasayê de bê bicihkirin

Gulan Media September 5, 2013 Nûçe
Onder: Divê zimanê kurdî di yasayê de bê bicihkirin
Parlementerê BDPê yê Stenbolê, Sirri Sureya Onder, di Komisyon Lihevkirina Yasayan de mijara zimanê kurdî anî rojevê û daxwaz kir ku endamên komisyonê ji helwestên partîtiyê derkevin û çareyekê ji bo meseleya zimanê kurdî bibînin û perwerdeya zimanê kurdî jî têxin jêr garantiyê.

Sirri Sureya Onder pêşniyar kir ku divê fêrbûna zimanê tirkî mecbûrî be, lê perwerdeya bi zimanê kurdî jî têkevê jêr garantiyê. Endamên komisyonê yên ji partiyên cuda wê vê pêşniyarê pêşkeşî partiyên xwe bikin û paşê wê dîsa li ser vê pêşniyara Onder bê rawestandin.


Onder ji endamên komisyonê re diyar kir ku çareserkirina vê pirsê ji bo pirsa kurdî û demokrasiya Tirkiyeyê giring e û wê pêşiya hersê xalên destpêkê yên ku nîqaş li ser wan hene jî veke û wiha ji endamên komisyonê pirsî: “Eger mafê perwerdeya bi zimanê kurdî di destûra bingehîn de neyê bicihkirin, emê çi bêjin xelkê, bila zimanê xwe panzdeh an bîst salên din jî ji bîr bikin? Dest ji vê helwestê berdin.“ Li gor rojnameya Radikal ya tirkî, Onder diyar kiriye ku divê hesasiyeta Kurdan jî di destûra bingehîn de bi yek hevokê bikevê jêr garantiyê. Parlementerê BDPê Onder destnîşan kir ku divê ji vê pirsgirêkê re çareseriyeke teknîkî bê dîtin û perwerdehiya zimanê zikmakî têxin bin ewlehiyê.


Komisyon Lihevkirina Yasayan wê destpêka hefteya pêş dîsa civînên xwe di vê bareyê de berdewam bike.
Top