• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Silêmaniyê duyemîn konfrensa kitêbxaneyên giştî dest bi kar bû

Gulan Media September 5, 2013 Nûçe
Li Silêmaniyê duyemîn konfrensa kitêbxaneyên giştî dest bi kar bû
Li bajarê Silêmaniyê duyemîn konfrensa kitêbxaneyên giştî dest bi kar û çalakiyên xwe kir.


Di merasima vekirina konfrensa kitêbxanyên giştî de ku, duhî li bajarê Silêmaniyê dest bi kar û xebatên xwe kir, Kawe Mehmûd wezîrê rewşenbîrî û lawan, Behroz Mihemed parêzgerê Silêmaniyê û hijmareke mamosteyên zanîngehan û kesatiyên rewşenbîrî amade bûn, çend gotar û lêkolîn hatin pêşkeşkirin.

Waliyê Silêmaniyê di gotara xwe de got: ´´Bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîriya herêma Kurdistanê her ji sedsala 19 li ser dema mîrgeha Baban, helbestvan (şaîr) û mamosteyên olî, qedr û qêmeta kitêb, kitêbxane û xwendevanan zanî ye. Her ewê yekê jî wisa kir ku, şaîrê mezinê navdarê kurd Pîremêrd di destpêka saln 40 de daxwaza vekirina kitêbxaneyeke giştî li Silêmaniyê bike.

Parêzgarê Silêmanîyê di berdewamîya axavtina xwe de got:´´ Divê em li ser vê rêbazaê berdewam bin û hevdem digel geşepêdana jêrxaniya welatê me, me haydarî geşepêdana kulturî jî hebe û giringî bi xwendin, kitêb û kitêbxanyan bihê dan. Berawurd (pîwandin,miqayîse) digel berê di buwarê kulturî û xwandinê de di nav gencan û hevwelatiyên weletê me de, em berev paşve çûne. Me pêywîstî bi pilaneke domdirêj ji bo çareserkirna evê pirsê heye.´´

Wezîrê rewşenbîrî yê hikûmeta Kurdistanê jî di merasimê de peyvek bi zamanê erebî pêşkeş kir û tekîd li ser giringiya kitêbxaneyan kir.

Di konfrensê de tekîd li ser avakirina kitêbxaneya niştimaniya giştî hat kirin.

Li gor hindek amaran li herêma Kurdistanê nêzîkî 73 kitêbxanyên giştî hene û hemberkirin digel sala 2009ê 17% zêdkiriye. Lê hijmara xanevanan sala 2009ê 20 hezar kes bûn û nuha bo 17 hezar kes kêmkiriye. Kesên serdana kitêbxaneyna dinikin 62% ji regezê nêrin.
Top