• Wednesday, 11 February 2026
logo

Felah Mistefa pêşwazî li xwendekarên zanîngehên Almaniyayê kir

Gulan Media September 5, 2013 Nûçe
Felah Mistefa pêşwazî li xwendekarên zanîngehên Almaniyayê kir
Bi armanca ji nêzîk naskirina rewşa herêma Kurdistanê û encamdana çend lêkolînên zanistî, şandeyeke xwendekarên ji Alamniyayê ku, ji xwendekarên zanîngeh û xandina bala di warê qanûn, maf û zanistên siyasî ji zanîngehên cihê yên Amaniyayê pêkhatibû, serdana fermangeha têkeliyên derve li Hewlêrê kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.


Di civînekê de Serbest Seftî berprisê têkeliyên navdewletî yê Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê behsa bernameya serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê û anîna xewndekarên biyanî bo Kurdistanê daku rewş, kultur û pêşkeftinên Kurdistanê nas bikin, kir.
Serokê şandeya xwendekaran armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê diyar kir û got ku, şandeya wan ji hijmareke xwendekarên diktora, master û mamosteyên zanîngehan di warê qanûn, maf û zanistên siyasî de pêk tê û dê çend lêkolînên zansitî û meydanî li herêma Kurdistanê bikin.

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve di civînê de ku, Suham Cebelî alîkara berprisê têkeliyên derve jî amade bû, ji xwendekaran re behsa rewşa herêma Kurdistan û Îraqê û pêşkevtin û avadaniya li herêma Kurdistanê çêbûye û ber bi pêşvebirina tecrûbeya demokrasiyê, kir. Mistefa behsa dîroka guhertin û pêkeftinas herêma Kurdistanê ji sala 1991ê heta nuha kir.

Felah Mistefa behsa tecrûbeya hukimdariyê li herêma Kurdistanê kir û got ku, yekem parlamentoyê hilbijartiyê Kurdistanê û yekem kabîmeya hikûmeta Kurdistanê di sala 1992ê de hatin avakirin, û herwesa di axaftina xwe de behsa qonaxên piştî jinavçûna rijêma Îraqê û destkeftiyên hikûmeta Kurdistanê yên di warê geşekirina aborî, bazirganî û tev waran de kir: ´´Em weke kurd neamade ne ku berev paş ve veger in. Hertim em bi made û bendên destûrî ji bo çareserkirina tev pirsan û bi tyabetî pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdadê weke, pêşmerge, qanûna neft û gazê û pirsa deverên kurdistanî yên derveyî îdareya herêma kurdistanê, pabend in.´´

Mistefa herwisa ragihand: ´´Kurdan bi xwesteka xwe federalîzim hilbijard û beşdarî di nivîsîna destûra Îraqê de kir û roleke serekê di dubare avakirina Îraq nû de hebû.´´
Di dawiya axaftina xwe de, berprisê têjkeliyên derve behsa têkeliyên navbera Kurdistan û welatên cîran, rewşa aloza Suriyeyê û tesîra wê li ser dever kir.

Li dor rewşa Suriyeyê Mistefa got: ´´Hikûmeta Kurdistanê hêvîdare ku rewşa Suriyeyê bidawî bê û birayên me yên kurd li wir bi mafên xwe şad bibin. Lê weke hikûmet em destê xwe naxin nav karûbarên wî welatî û serweriya tu welatan bin pê nakin. Niha nêzîkî 200 hezar penaberên Surî li herêma Kudistanê hene ku, di rewşeke dijwar de dijîn û em daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku, hevkarî û alîkarîya penaberên Surî yên li herêma Kurdistanê bikin.´´
Top