• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kerry: 10 welat beşdarî êrîşa li dijî Sûriyeyê dibin

Gulan Media September 5, 2013 Nûçe
Kerry: 10 welat beşdarî êrîşa li dijî Sûriyeyê dibin
Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry ragihand ku deh welatan soz dane ku di destêwerdana leşkerî ya Amerîka de li dijî Sûriyeyê beşdar bibin.

Kerry ku li pêş komîteya karûbarên derve ya encûmena pîran daxivî navên wan welatan aşkere nekir.


Derbarê helwesta rûsya de, Kerry diyar kir ku ew dûr dizane ku Rûsya tevlî şer bibe û bal kişande ser daxuyaniya wezûrê derve yê Rûsyayê, Sergei Lavrov ku gotibû Rûsya bi sedema Sûriyeyê şerekî nake.


Kerry herwiha got Serokê Rûsya Vladimir Putin û wezîrê derve, Sergei Lavrov di guftûgoyan de diyar kirine rikberiya li ser Sûriyeyê na gihêje asteya ku şerek li ser bibe.


Rûsya welatê sereke ye ku çekan radestî rejîma Sûriyeyê dike û heftiya bûrî ragihandibû ku ewê du keştan rêke Rojhelatê Deryaya Spî.

Rudaw
Top