• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rasmosen: NATO êrişa serbazî dij bi Surîyê bi pêywîst dizane

Gulan Media September 4, 2013 Nûçe
Rasmosen: NATO êrişa serbazî dij bi Surîyê bi pêywîst dizane
Sekreterê giştîyê hevpeymanîya atîlantîka bakûr ´´NATO´´ Andres Rasmosen ragihand, ku nabe êrişa kîmyayîya bo ser welatîyên Surî bihê piştguhxistin û pêywîste ku bi şêweyeke tund û bihêz bersiva ewê kirdarê bihê dayîn da ku dubare nebe.


Andres Rasmosen du konfranseke rojnmaevanî de li Beljîka´yê ragihand, ku bersiv nedana êrişa kîmyayîya rejîma Surîyê bo ser welatîyên Surî, bi wateya ewê ye ku rê bi desthilatên dîktatorî bihê dayîn ku destdirêjîyê bikine ser gelên xwe.

Rasmosen herwiha ragihand, ku rewşa Surîyê aloze, her ji ber ewê heger her rêkarek li hember bihê girtin, dê aloz be.

Rasmosen tekez jî kir ku pêywîste hewlên navdewletî xurt bibin da ku di ayinde de çekên kîmyayî nehê bikaranîn û amaje bi ewê yekê jî da ku belgeyên tewaw di ber dest de hene ku biselmîne desthilatdarên Surîyê li Xote ya Dîmeşqê gaza jehrî bi kar anîye.

Sekreterê giştîyê NATO da xuyakirin, ku bawerîyeke tewaw heye ku hikûmeta Surîyê berpirse ji bi kar birina çekên kîmyayî ku bi egerê wê sedan kes bi jin û zarok ve hatin kujtin.

Rasmosen tekez jî kir, ku her êriş û destdirêjîkirinek bo ser her yek ji welatên endamên NATO, destdirêjî bo ser hemû hevpeymanîtîya NATO ye.
Top