Serok Barzanî bi Konsolosê Danmarkayê re civiya
Di hevdîtineke de Konsolosê Danmarkayê kêfxweşiya xwe ya li hember ew hevdîtina han diyar kir û ragehand ku, her çend welatê me Konsolosxaneya xwe ya li Îraqê daxistiye lêbelê em dixwazin li Kurdistanê de kar bikin û çalakiyên me li Hewlêrê hebin û nivîsgeha bazirganî ya Danmarkayê li Hewlêrê de vebikin.
Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa vê yekê jî kir ku, biryare sala pêşiya me wezîrê bazirganî yê Danmarkayê bi armanca vekirina vê nivîsgeha han serdana Kurdistanê bike.
Çavkanî behsa vê yekê jî kir ku, kompaniyên Danmarkî dixwazin fêde ji rewşa baş ya Kurdistanê werbigirin û beşdariya prosesa awedan kirin û hêlbirînê li Kurdistanê de bikin û got: Rewşa baş ya ewlekarî û asayîşî ya Kurdistanê bûye sedema pêşkeftina bilez ya abûrî û bazirganiya Kurdistanê û ew yek jî derfeteke baş bo karûbar û çalakiyên bazirganî afirandiye.
Li hember de jî Serok Barzanî bi germî bixêr hatina Konsolosê Danmarkayê kir û kêfxweşiya xwe jî ya li hember biryara Danmarkayê bo vekirina nivîsgeha abûriya xwe li Kurdistanê de diyar kir.
Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de ew yek jî diyar kir ku, Kurdistan jî dixwaze peyvendiyên xwe yên bi Danmarkayê re bihêztir bike û bo vê yekê jî amadeye her cure hevkarî û karasanî pêşkêş bike.
Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa Penaberên Rojavayê Kurdistanê jî kir û ragehand ku, niha zêdetir ji 200 hezar Penaberên Rojava û Sûriyayê li Kurdistanê de hatine bicîhkirin û xelk û hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hevkariya wan kiriye û hevkariyên han jî didomin lêbelê civaka navnetewî heta niha weke pêwîst hevkariya wan Penaberan yên ku li Kuridstanê dene nekiriye.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de rewşa deverê û rola Kurdistanê jî li deverê de hate nîqaşkirin û Konsolosê Danmarkayê jî eşkere kir ku, Kurdistan li deverê de xwedan roleke bihêz û bibandore û niha li Rojhilata Navîn de Kurdistan aramtirîn û biewletirîn navçeye.
Li hember de jî Serok Barzanî eşkere kir ku, Kurdistan bo her cure pêngaveke aştiyane amadeye lêbelê Kurdistan bi ti awayî nabe beşek ji alozî û nakokiyên heyî.
