Duyemîn konferansa derfeta kar li Hewlêrê hate saz kirin
Di destpêka destpê kirina konferansa han de Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkêş kir û ragehand ku, ew konferansa han bo ciwanên Kurdistanê û dîtina derfetên karî gelek girîn e.
Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ji axaftinên xwe de hin kêşeyên heyî di warê dîtina kar û kar kirina ciwanên Kurdistanê di sektorên taybet ( kerta taybet) şîrove kir û ragehand ku, yek ji armanca vê konferansa han bersif dayîna vê pirsê ye ku, gelo çima ciwanên Kurd di kerta taybet de kar nakin?
Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, em hewl bo wê yekê didin daku, bizanin ka çî başe em bikin daku, ciwanên me di warên curbicur yên kerta taybet de kar bikin.
