• Wednesday, 11 February 2026
logo

Osman Ocalan: PYD li gel Beşar Esed rêkevtin kiriye

Gulan Media September 4, 2013 Nûçe
Osman Ocalan: PYD li gel Beşar Esed rêkevtin kiriye
Endamê berê yê serkirdayetîya pêştir a partîya karkerên Kurdistanê (PKK) Osman Ocalan dibêje, ku Beşar Esed rêkevtin li gel partîya yekîtîya demokratîk (PYD) heye û partîyên din jî li gel opozisiyona Surîyê ne. Her ji ber ewê çendê Esed, Rojavayê Kurdistanê radestî PYDê kiriye.


Osman Ocalan birayê Ebdullah Ocalan serokê girtîyê PKK ji hejmara îro ya rojnameya Wuşe re ragihandiye, ku ji ber ku PKK ji salên 80 ve li Rojavayê Kurdistanê xebat kiriye, ji partîyên dinên Rojava yên ser bi partîyên Başûrê Kurdistanê ve, cemawereke zêdetir heye. Osman Ocalan dibêje, ku rejîma Dîmeşqê peywendî bi PYDê ve kiriye, çimku li gor Esed, baştirîn hêz ku li Rojavayê Kurdistanê desthilat di dest de be, PYD ye, her ji ber wê jî niha hemû biryarên siyasî bi dest wane.

Ocalan herwiha gotiye:´´ PKK sê beşe, beşa neteweyî ku Murad Qereyîlan seroaktîya wê dikir, beşa çep û Eleweî jî hene ku bi hev re tevgerê dikin û niha ev her du grûp di nava PKKê de bihêz û baladestin. Piştgîrîya Cemîl Bayîk dikin ku ew bi xwe Sunî ye, lê di nava Elewîyan de mezin bûye. Ewe jî wisa kiriye ku hêza welatparêz di nava PKKê de kêm bibe.´´

Osman Ocalan serkirdeyê berê yê PKKê herwiha daye xuyakirin, ku ´´niha bîr û bûçûna neteweyî di nava PKKê de lawaz bûye û zêdetir fîkra çep zale. Her ji ber wê jî li ser evê bingehê dikarim bêjim ku serkirdayetîya niha PKKê ji Partî nêzîk nîne û bigre li dijî partîyê ne.´´

Ocalan ku damezrênerê partîya yekîtîya demokratîk (PYD) e, bi aşkira PYDê bi partîyeke dîktator bi nav dike û dibêje, ku ´´Amerîka kar bo dirustkirina partîyeke alternatîv bo cihgirtina PYD dike.´´
Top