• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kongreya netewî ya Kurd ji ber hin sedeman du meh hat paş xistin

Gulan Media September 4, 2013 Nûçe
Kongreya netewî ya Kurd ji ber hin sedeman du meh hat paş xistin
Duh komîteya amadekar ya kongreya netewî ya Kurd ragehand ku, jiber hin sedeman biryar hatiye dayîn daku, kongreya netewî ya Kurd du meh were paşxistin.

Di daxuyaniyeke rojnamewanî de komîteya amadekar ya kongreya netewî ya Kurd eşkere kiriye ku, pêştir biryar bû kongre di 15ê Eylûlê de were lidarxistin lêbelê jiber ku, vê demê li Başûrê Kurdistanê amadekarî û propagendeyên hilbijartinên partlementoyê di rojevê dene biryar hatiye dayîn daku, kongre bo roja 25.11.2013an were paşxistin.
Top