• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Oslo semînarek li ser pirsa Kurd li seraserê Kurdistanê hate saz kirin

Gulan Media September 4, 2013 Nûçe
Li Oslo semînarek li ser pirsa Kurd li seraserê Kurdistanê hate saz kirin
Di çarçoveya kar û çalakiyên revenda Kurdî ya li welatên Skendînaviya de îro li bajarê Oslo bi beşdariya hijmareke siyasetmedar û çalakvanên her çar parçeyên Kurdistanê semînarek li ser pirsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê de hate saz kirin.

Di vê semînara han de du wezîrên hikûmeta Swîsre û Serokê parlementoya vê welatî jî amadebûn û di destpêka semînara han de peyvek hate pêşkêşkirin û behsa girîngiya semînara han hate kirin.

Pişt re jî her du wezîrên Swîsrî û Serokê parlementoya wê welatî gotarek berfire li ser pirsa Kurd û bernameya partiya wan ( partiya sosiyalsîta çep) a ji bo pirsa Kurd şîrove kirin.
Top