• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bi fermî bo Îmaratê hat vexwandin

Gulan Media September 4, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî bi fermî bo Îmaratê hat vexwandin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, Duh li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Ebdula Îbrahîm sefîrê Îmaratê yê Îraqê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de peywendiyên navbera herêma Kurdistan û Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî hatin behis kirin û tekîd li ser xurtkirin û befirehkirina wan têkeliyan hat kirin.

Sefîrê Îmaratê yê Îraqê, kêfxweşiya xwe li hemebr serdana bo herêma Kurdistanê û dîdara bi serokwezîrê Kurdistanê re nîşan da û got ku, di nava 5 salên karkirna wî de li Îraqê çend careka serdana herêma Kurdistanê kiriye û her cara tê Kurdistanê pêşkeftinên nû dibîne û ”Ev yek jî nîşana serkeftin û jîriya siyaset û îdareya herêma Kurdistanê ye.”

Ebdula Îbrahîm sefîrê Îmaratê yê Îraqê di berdewamiya axaftina xwe de got ku, Îmarat bi çavekî giring li têkeliyên bi herêma Kurdistanê re temaşa dike û Îmarat dikare di gelek waran de zêdetir hevahengî û hevkariyê digel herêma Kurdistanê bike û tecrûbe, pisporî û şarezayîyên di warên cihê de pêşkeşî herêma Kurdistanê bike.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got ku, çavê herêma Kurdistanê li têkeliyên baştir û befirehtir e digel Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî û Kurdistan dixwaze sud ji şarezayî, pisporî û tecrûbeya Îmaratê a di warên cihê de werbigire. Barzanî got jî ku, deriyên herêma Kurdistanê li pêş kar û pirojeyên kompaniyên îmaratî vekirîne.

Sefîrê Îmaratê bi fermî serokêwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Îmaratê vexwand daku ji nêzîk digel serkirdayetiya Îmaratê bicive û peywendiyên di navbera her du aliyand e bikevin qonaxeke nû û pêşkeftîtir.
Top