Serêkaniyê rastî şer û topbaranê hat
Parêzer û çalakvanê kurd ji Serêkaniyê, Şihab Evdikê ji Rûdawê re ragihand: “şer û topbaran heta serê sibehê berdewam bûn”.
Evdikê aşkere kir ku Hêzên YPGê, ku ser bi PYDê ve ne, dest danîne ser devera Keşto û bi vê yekê grûpên tundxwaz ji bajêr hinekî hatine dûrxistin.
Çalakvanê Kurd diyar kir ku grûpên tundxwaz xelkê sivîl li bajarê Serêkaniyê dixin jêr metirsiyan de ji ber ku ew bajêr bi tundî topbaran dikin û ev yek tirseke mezin bi taybetî di nav zarokan de belav dike.
Evdikê tekez kir ku grûpên tundxwaz di êrîşa xwe de tiştek bi ser nexistine û hinek çek û ceblxane jî li şûn xwe hiştine.
Evdikê bang li hemî aliyên opozîsyona Sûriyê kir da ku êrîşên li dijî sivîlên kurd şermezar bikin.
Rudaw
