Hikûmeta Iraqê awareyên Helebce wek girtiyên siyasî hesiband
Endama fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf, di daxuyaniyekê de ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, ragihandiye ku di civîna îro (03.09.2013) ya encumena wezîrên Iraqê de qanûna girtiyên siyasî hat pesendkirin.
Li gorî daxuyaniyê, li gorî qanûnê hemû welatiyên Helebce yên ku di dema kîmyabaranê de penaberî Îranê bibûn, wek girtiyên siyasî hatin hesibandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku lê ew kurdên ku di dema şer û aloziyê de reviyabûn Tirkiyê û li nav kempên Mêrdîn, Diyarbekir û Mûşê yên bakûrê Kurdistanê hatibûn binecîkirin, neket nav vê qanûnê ji ber wê jî kurd dixwazin li dijî vê yekê dozê vebikin.
Li gorî agahiyên Eşwaq Caf, awareyên iraqî yên ku bi darê zorê çûbûn devera Sefha ya Erebistanê wek girtiyên siyasî hatine hesibandin lê awareyên kurdên başûr ên li Tirkiyê wek girtiyên siyasî nehatine hesibandin.
Li gorî vê qanûna nû ya Iraqê, awareyên Helebce yên ku di dema kîmyabaranê de reviyabûn Îranê dê jibilî mûçeyê xwe heyama 25 salan jî mûçeyên girtiyên siyasî werbigirin.
Rudaw
