Amed: Dehhezaran ji bo pêvajoya çareseriyê meşiyan
Li gor nûçeyeke ajansa Firatnewsê, bi pêşengiya KCD û BDP'ê, bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi deh hezaran kes bi druşma "Bi coşa Newrozê em ber bi aştiyeke bi rûmet ve dimeşin, şoreşa Rojava silav dikin" herikîn Qada Stasyonê.
Her weha girsey gel bi kincên gelêrî, bi rengên kesk, sor zer û alên PKK, KCK û wêneyên serokê PKK`ê Abdullah Ocalan ji Mêrdîn, Erzîngan, Çewlik, Elezîz û bajarên din ên derdorê bi hezaran kes li qada mîtîngê kom bûn.
Endamên KESK'ê Şaxên Mêrdînê ji herêma Şehîdlîkê ber bi qada mîtîngê ve bi awayekî kortejê meşiyan, lê belê wêneyên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan li xalên kontrolê ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Endamên Keskesor jî bi alên xwe yên ji rengên keskesorê û bi dirûşma "Deng bide Rojava deng bide" cihê xwe li qada mîtîngê girtin.
Li qada mîtîngê bi pêşengiya Egîtîm-Senê bi daxwaza "perwerdeya zimanê dayikê" îmze tên komkirin û wê ji Muduriyeta Perwerdeyê re bên şandin.
Di mîtîngê de Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk wê di mîtîngê de axaftinê bikin.
Di vê navberê de meşa endamên Baskê Ciwanan ê BDP'ê ya navçeya Bismilê ya 40 kîlometreyî jî dewam dike. Meş wê li qada mîtîngê bi dawî bibe. Bernameya mîtîngê wê bi axaftinên vekirinê destpê bike.
Jêder: ANF
