• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Felestînê: Êrişa Rojava dij bi Surîyê dibe hokarê avabûna dewletên Kurdî û Elewî

Gulan Media September 3, 2013 Nûçe
Serokê Felestînê: Êrişa Rojava dij bi Surîyê dibe hokarê avabûna dewletên Kurdî û Elewî
Mehmûd Ebas serokê desthilatdarîya Felestînê ragihand, ku heger êriş bihête kirin bo ser Surîyê û rejîma Beşar Esed biherife, dê çend dewletên weke dewletên Kurdî, Elewî û Dirozî çê bibin.


Mehmûd Ebas peywendîdar bi rewşa Surîyê û egera pêkhatina êrişeke serbazî li dijî rejîma Surîyê, li berdem endamên tevgera Feth a Felestînî ragihand, ku ew êrişa han bo ser Surîyê, zirara wê zêdetire bo nawçeyê û Surîyê vedigerîne bo salên 1924 ku Fransa Surîye bo ser parçeyan dabeş kir û bi heman şêwe, bi ewê êrişa wê carê, dewleta Elewî, dewleta Heleb, dewleta Dirozî û herwiha dewleta Kurdî dirust dibin û şerê navxweyî jî çê dibe.

Ebad herwisa ragihandiye, ku ew li gel encamdana êrişa serbazî dij bi rejîma Surîyê nînin, lê di heman demê de bi kar birina çekên kîmyayî ji her alîyekê ve şermezar kir.

Ewe çend rojin ku egera encamdana êrişeke serbazî dij bi rejîma Surîyê ji alîyê welatên Rojavayî ve zêdetir bûye û ew jî piştî ku çekên kîmyayî li devereke nêzîkî Dîmeşq a paytextê Surîyê bi kar hat. Serokê Amerîkayê Barak Obama jî duh roja yekşembîyê ragihand, ku Amerîka dê kirdareke serbazî ya sînordar li dijî rejîma Beşar Esed pêk bihîne.
Top