Nêçîrvan Barzanî: Hinek dixwazin rastiyan têk bidin û nirxa destkeftan kêm bikin
Cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, ku îşev (02.09.2013) beşdarî merasima destpêkirina kampanya hilbijartinan a PDKê li yarîgeha Frenso Herîrî li bajarê Hewlêrê bibû, piştî serokê PDKê Mesûd Barzanî axaftinek pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de behsa hewl û êrişên têkder ên li dijî PDKê kir û wiha axivî: “Em guhê xwe nedin rexneyên dujminkarane û buxtanan û em wek PDK dê li ser xizmetkirinê berdewam bin. Rêya me kifş e û bi hêviya xudê bernameya me jî eşkere ye û emê wê cî bi cî bikin.”
Barzanî ragihand, avedaniya Kurdistanê belgeya zindî ye bo serkeftina bernameyên wan û PDK zaminê pêkvejiyana li Kurdistanê ye û wiha got: “Hê erkên me bidawî nebûne. Emê berdewam bin da ku bigihîjin pêşketinê û azadiya zêdetir. Divê em aboriya xwe bihêztir bikin û derfetek zêde bo karên gencan misoger bikin.”
Cîgirê serokê PDKê destnîşan kir ku her welatiyekê/î yê Kurdistanê hêjayî jiyanek xweştir e û wiha anî zima: “Em gelekî kêfxweş in dema em dibînin welatiyên me di serdemek dîrokî û zêrên de dijîn. Çimkî gelê Kurdistanê tu wextî rewşa wek a îro nedîtiye.”
Rudaw
