• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bi Serokatiya Serok Barzanî civata Serokatiya PDKê civiya

Gulan Media September 2, 2013 Nûçe
Bi Serokatiya Serok Barzanî civata Serokatiya PDKê civiya
Îro li Selahedînê bi Serokatiya Serok Barzanî civata Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê civiya.

Di civîna han de çendîn mijar û babet hatin giftûgokirin û di destpêka civînê de rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û bandora rewş û guhertinên heyî yên li deverê li ser Îraqê jî hatin nîqaşkirin û bi awayekî cidî ew bûyer û rûdaw yên ku, bi awayekî rasterast û û nerasterast bandor li ser Kurdistan û Îraqê dikin tên şopandin.

Di beşe duyem ya civîna han de meseleya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate giftûgokirin û hate gotin ku, ew hilbijartin û proseya han bo dîmokratîze kirin û praktîze kirina bawerî û bernameya PDKê gelek girîng e.

Di berdewamiya civîna han de ew xalên han weke biryar hatine eşkerekirin

1- parastina aramiya Kurdistan û parastina asayîşa şîniyên Kurdistan û paqêj hêştina jîngeha Kurdistanê.

2- handana xelkê Kurdistanê bo beşdarî kirin di hilbijartinan de bi taybetî ew xwşik û birayên ku, xwedam mafa dengdanê ne.

3- zemîne xweşkirin bo birêvebirina hilbijartineke paqêj li gorî qanûn û şîretên komisyona serbixwe ya hilbijartinan.

4- daxwaz ji endam, kadro û tevahiya alîgirên partî dikin ku, girêdayî şîret û zagonên heyî yên ji bo propagende, cîh û dema propagendeyê bin û şîretên komisyona serbixwe ya hilbijartina cîhbicîh bikin.

5- di civînê de daxwaz ji kadro, endam û alîgiran hatiye kirin daku, hêz û karînên xwe bo dengdan bi lîsteya 110 bitevger bikin.

Her bijî Kurd

Her bijî Kurdistan
Top