• Wednesday, 11 February 2026
logo

Daxwaza xwepêşanderên Qamîşloyî ji PYD bo azadkirina berpirsekê tevgera lawên Kurd

Gulan Media September 2, 2013 Nûçe
Daxwaza xwepêşanderên Qamîşloyî ji PYD bo azadkirina berpirsekê tevgera lawên Kurd
Tevgera lawên Kurd li Surîyê xwepêşandaneke aram li bajarê qamîlo ya Rojavayê Kurdistanê saz kirin û tê de çalakvan û alîgirên evê tevgerê daxwaz ji partîya yekîtîya demokratîk (PYD) kirin ku endameke serkirdayetîya lawên Kurd azad bikin ku ji alîyê hêzên wan ve hatine girtin.


Çalakvanek bi navê Mehmûd ku endamê tevgera lawên Kurd li Surîyê ye, ji PNA re got, ku Ciwan Elî berpirsê nivîsîngeha civaka sivîl û endamê desteya çavdêrîya tevgerê ye, du hefte berê ji alîyê asayişa Girkê Legê ya ser bi PYD ve hatiye girtin.

Ew çalakvan herwisa got, ku piştî girtina Ciwan Elî, peywendî bi partîya yekîtîya demokratîk (PYD) ve hate kirin û berpirsên PYD belên (soz) dan ku wî azad bikin, lê hêşta ew nehatiye azadkirin.
Top