• Wednesday, 11 February 2026
logo

Komîteya derxistina rastiyan raporta xwe eşkere kir

Gulan Media September 2, 2013 Nûçe
Komîteya derxistina rastiyan raporta xwe eşkere kir
Piştî daxwaza Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ji komîteya amdekar ya kongreya netewî ya Kurd bo damezrandina komîteyek bi armanca lêkolîn kirin û derxistina rastiyan li Rojavayê Kurdistanê, ew komîteya han hate damezrandin û serdana Rojavayê Kurdistanê kir û piştî lêkolîneke meydanî wegeriya Hewlêrê û raporta xwe eşkere kir.

Di vê derbarê de îro komîteya amdekar ya kongreya netewî ya Kurd ragehand ku, komîteya derxistina rastiyan raporta xwe eşkere kiriye û di vê raporta han de 12 xalên sereke hene û di dawiya raportê de jî komîteya navhatî 3 pêniyar pêşkêşî komîteya amadekar û aliyên têkeldar yên Kurdistanê kiriye.

Li gorî daxuyaniya komîteya amadekar ya kongreya netewî hinek ji xalên girîng yên ku, ji aliyê komîteya derxistina rastiyan ve hatine pêşkêş kirin ewin

1- tevahiya part û aliyên siyasî û xelk daxwaza cîhbicîh kirina peymannameya Hewlêrê dikin.

2- daxwaz tê kirin daku bilez şer li deverên Kurdî were rawestandin û dibe tevahiya aliyan di biryardayînê de beşdar bin û nabe aliyek bi tenê biryar bide.

3- daxwaza damezrandina hêzeke leşkerî ya hevbeş a Kurdî tê kirin.

4- daxwaza şanedina bilez ya dermanan ji bo Rojavayê Kurdistanê tê kirin.

5- daxwaz tê kirin ku, deriya Sêmlka were wekirin û karûbarên bazirganî li wê deriya han werin birêvebirin û ji aliyê din yê sînorê ve jî tîmên pêkhatî ji nunerên tevahiya aliyên kontrola hatûçuya bazirganî ya deriyê bikin.

6- hewl were dayîn daku, pêşiya koç kirina Kurdan ji Rojavayê Kurdistanê were girtin.

7- daxwaz tê kirin ku, navendên part û aliyên siyasî ji bo Rojavayê Kurdistanê werin wegerandin.

8- daxwaza rawestandina şerê ragehandinê ya aliyên Kurdî tê kirin.

9- kempek di nava Rojavayê Kurdistanê de were amadekirin daku, eger xelk neçar ma deverên xwe bicîh bihêle were li wê kempa han bicîh bibe û hewl bo wegerandina penaberên Rojavayê ji Başûrê Kurdistanê were dayîn.

10- daxwaz tê kirin ku, rêz ji azadiya raman û karên rojnamewanî were girtin.

11- daxwaz tê kirin daku, xelkê Bakûrê Kurdistanê zextan li Tirkiyeyê bike daku, sînorên xwe yên bi Rojavayê re vebike.

12- daxwaz tê kirin ku, di warê çek û cebelxaneyan de hevkariya YPGê were kirin.
Top