Nêçîrvan Barzanî bi Konsolosê Emaratê re civiya
Di destpêka hevdîtinê de Serokwezîrê Kurdistanê bi minasebeta destbikar kirina Konsolosê nû yê Emaratê li Hewlêrê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Raşêd Elmensûrî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û spasiya helwesta hikûmeta Emaratê jî kir ku, asta nuneratiya xwe ji nivîsîngehê bo Konsolosxaneyê bilind kiriye.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha hêvî xwest ku, vekirina Konsolosxaneya Emaratê li Hewlêrê de bibe sedema bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, Kurdistan weke hevbeşeke steratejîk li Emaratê dimizîne û dixwaze peyvendiyên xwe yên bi vê welatî re bihêztir û berfiretir bike.
Li hember de jî Konsolosê Emaratê kêfxweşiya xwe a li hember destbikar kirina xwe li Hewlêrê diyar kir û silavên rayedarên hikûmeta Emaratê jî gehande Serokwezîrê Kurdistanê û eşkere kir ku, Emarat dixwaze peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bihêztir bike.
