• Wednesday, 11 February 2026
logo

Obama: Amerîka dê êrişeke sînordar bike ser Surîyê

Gulan Media September 2, 2013 Nûçe
Obama: Amerîka dê êrişeke sînordar bike ser Surîyê
Serokê Amerîka Barak Obama ragihand, ku Amerîka dê li dijî rejîma Surîyê êrişeke serbazî pêk bihîne û bo ewê çendê jî dê projeyekê bişîne kongrêsa ewî welatî û tê de daxwaza pesendkirina êrişa Amerîka bo ser Surîyê bike.


Barak Obama duh roja şembîyê di gotarekê de ragihand, ku ew proseya ku hêzên wan dixwazin li Surîyê encam bidin, proseyeke diyarkirî û sînordare. Obama tekez jî kir ku hêzên wan li Rojhilata Navîn hene û diakrin di her demeke pêywîst de êrişekê encam bidin.

Obama herwiha ragihand:´´ pêngavên me sînordarin û êrişên me bi rêya hêzên peyade nabin. Hêzên me di niha de li nawçeyê jen eû serkirdeyên hêzan jî tekez li ser aamdebaşîya wan bo her êrişekê dikin û tenê di çaverêya fermanê bo encamdana êrişê de ne.´´

Serokê wîlayetên yekgirtîyên Amerîka herwis di gotara xwe de ragihand, ku ew serokê demokrattirîn welatê cîhanê ye û her ji ber ewê ew benda kongrêsa Amerîka ye da ku çiraya kesk bo wî pê bike da ku fermana êrişa bo ser Surîyê bide. Barak Obama got:´´ ez daxwaz ji yek bi yekên endamên kongrêsê dikim ku deng bidin di pênaw berpakirina şer din bi ewê tawana tirsnak´´, weke amajeyekê bi êrişa kîmyayî ya hefteya bihorî ya li derdroa Dîmeşqê ku di encam de zêdetirî hezar kesan giyanê xw eji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Obama tekez jî kir, ku ew dizane ku bi bê vegerîn bo kongrêsê jî dikare êrişê encam bide, ji ber ku serkirdeyê bilindê artêşa Amerîka ye, lê wî biryar daye bo evê biryarê vegere bo kongrêsê û nerîna wê jî werbigre.

Obama da xuyakirin, ku ew dikarin bi bê biryara encûmena asayişa navdewletî jî, ewê êrişa li dijî Surîyê pêk bihînin û tekez kir, ku nabe ewa ku li Surîyê diqewime, nehê berçavgirtin.
Top