Kuştina 44 endamên Mucahidîn Xelq di êrişa hêzên Iraqî bo ser kampa Eşref de
Rêkxistina Mucahidîn Xelq a opozisiyona Îranî di beyannameyekê de ragihandiye, ku hêzên hikûmeta Iraqê êriş kirine ser kampa Eşref a li parêzgeha Dîyala û teqe li akincîyên wê kirine ku mebest lê komkujkirin û revandina endamên Mucahidîn bûye. Li gor evê beyannameyê de êriş ji duh şv ve dest pê bûye û nêzîkî danê nîvro ya îro yekşembe jî berdewam bûye û bi awayeke xurt teqe li akincîyên kampa Eşref hatiye kirin ku di encam de 44 ednamên Mucahidîn Xelq hatin ekuştin.
Mucahidîn Xelq di beyannameya xwe de amaje bi ewê kiriye, ku di êrişa ser kampa Eşref de hejmarek fewcên artêşa Iraqê û ji wan fewca ser bi lîwaya 36 a artêşa Iraqê û hêzên tayet ên naskirî bi swat û çend yekeyên serbazî yên ser bi serok wezîrê Iraqê Nûrî Malikî ve beşdar bûne.
Mucahidîn Xelq di beyannameya xwe de daxwaz dike ku şandeke Neteweyên Yekgirtî û balyozxaneya Amerîka bi zûtirîn dem serdana kampa Eşref bikin û pêşîya kuşina endamên wê bigirin ku bi komkujî daye naskirin.
