Li Quştepeyê kempeke nû ji bo Penaberên Rojavayê hate çê kirin
Di vê derbarê de Birêveberê bajarê Quştepeyê eşkere kir ku, hevdem ligel hatina wan Penaberan bo vê bajarê aliyhên têkeldar dest bi çê kirina kempeke nû bo wan kiriye û heta ev kemp hatiye amadekirin, ew penaberên han di nava park û debistanên bajarê de hatine bicîhkirin lêbelê îro karûbarên amadekirina kempê bi dawî hatine û ew penaberên han di nava kempa nû de hatine bicîhkirin.
