• Wednesday, 11 February 2026
logo

Civînên Serokê lîsteya PDKê (110) bi xelkê Hewlêrê re di domin

Gulan Media September 2, 2013 Nûçe
Civînên Serokê lîsteya PDKê (110) bi xelkê Hewlêrê re di domin
Di çarçoveya hewldanên heyî yên ji bo propagende kirina part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de, îro careke din Serokê lîsteya partiya demorkata Kurdistanê (110) Cemal Murtke bi hijmareke zêde ji xelkê Hewlêrê re civiya.

Çavkanî di civîna han de behsa dîrok û têkoşîna partiya demokrata Kurdistanê û armancên sereke yên PDKê kir û ragehand ku, armanca sereke ya PDKê dabîn kirina jiyaneke bextewer û serdemiyaneye bo xelkê Kurdistanê.

Cemal Murtke di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa destkeftên niha yên Kurdistanê jî kir û ragehand ku, ew destkeftên han nimûneyeke berçavin ji encama ked û qurbanî dana partiya demokrata Kurdistanê.

Murtke di berdewamiya civîna han de behsa hilbijartin û beşdar kirin di prosesa hilbijartinan de jî kir û got: Beşdarî kirin di hilbijartinan de erkeke me ya serekeye daku, em bikaribin bi rêya dengên xwe nunerên xwe destnîşan bikin û beşdariya prosesa birêvebirin û biryar dayînê bikin.
Top