Peymangeha zanistîya neftê li herêma Kurdistanê dihê vekirin
Birêveberê giştîyê peymangehan û rahênanê li wezareta perwerdeya hikûmeta herêmaKurdistanê Birayîm Bayîz di bêjedanekê de bo PNA got:´´ me rezamendî bo vekirina peymangeha zanistîya neftê wergirtîye heta ku xwandevan tê de bixwînin û şarezayî û pisporîyê di buwarê neftê û maddeyên din de peyda bikin.´´
Birayîm Bayîz got:´´ li wezareta perwerdeya herêmê, me rezamendî li ser bernameya peymangehê daye û niha jî em li gel wezareta samanên sirûştî di guftûgoyê de ne da ku kesên şareza û pispor li evê peymangehê danên û waneyan bêjin.´´
