500 penaberên din yên Rojavayê li Kelha Akrê hatin bicîh kirin
Di vê derbarê de nunerê dezgeha xêrxwaziya Barzanî li Akrê Bêwar Ebdulkerîm ragehand ku, îro jî nêzî 500 penaberên din yên Rojavayê Kurdistanê gehêştin bajarê Akrê û piştî cîhbicîh kirina karûbarên pêwîst li Kelha Akrê de hatine bicîhkirin.
Bêwar Ebdulkerîm eşkere kir ku, tevahiya pêdeviyên wan yên jiyana rojane jî ji aliyê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî ve hatine dabînkirin.
