• Wednesday, 11 February 2026
logo

Osman Ocalan: Pêvajo bi Ocalan destpê kir û bi Ocalan bidawî dibe

Gulan Media August 31, 2013 Nûçe
Osman Ocalan: Pêvajo bi Ocalan destpê kir û bi Ocalan bidawî dibe
Endamê berê yê PKK û birayê serokê zîndankirî yê PKK`ê Abdulah Ocalan, di daxuyaniyekê de amadebûna xwe nîşan dide ku, eger hikûmeta Tirkiyê bi germî berve proseya çareseriyê ve bê ewê weku siyasetmedarekî Kurd kar bike û ragihand “Eger Kurd şaşîtiyan neke, dê bibe xwediyê sîstemekî federalî li navçeyê de.”

Malpera Teref a Tirkî belavkiriye ku endamê berê yê Partiya Kakerên Kurdistanê Osman Ocalan ku di heman demê de birayê Abdulah Ocalane bi daxuyaniyekê ji Terefê re behsa berdewamiya proseya çareseriyê a pirsa Kurd dike û gotiye: Prose hîna nehatiye pêşxistin û pêwîste hikûmeta Tirkiyê berve proseyê ve biçe.

Osman Ocalan got: Pêwîste hikûmet rewşa jiyana Abdulah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê baş bike. Ji ber ku rola Ocalan a serekiye di proseya çareseriyê de û pêvajoyê li gel Ocalan destpê kiriye û liba Ocalan jî bi dawî dibe.

Birayê serokê PKK`ê got: Ger pêvajoyekî ewqas giringe ku pirsekî giran têde bê çareser kirin ewê dawî bi şerê 30 salî bîne, ew ne tenê bi azadkirina kesekî belku divê hikûmeta Tirkiyê çend biryaran derbixe bo azadkirina siyasetmedarên Kurd.

Di beşekî din ya çavpêkeftina xwe de, Osman Ocalan behsa pêgeha Kurd di nexşeya nû ya cîhanê de dike û got: Destêwerdanên Êraqê li salên 1992 û 2003 de guherînên mezin li navçeyê û Herêma Kurdistanê derxist holê û hemû hevkêşeyên navçeyê guherîn, hevşêweya van guherînan jî li Sûriyê birêveye û ji bo vê yekê jî Kurd bo dîtina nexşe û pêgeha xwe li Rojhilata navîn di hewldanê deye.

Li barê damezrandina dewleta Kurdî de jî Osman Ocalan got: Niha Kurdên Êraqê bi awayekî pratîkî di hewla damezrandina dewletekî Kurdî dane û li Sûriye jî hindik maye. Ji ber vê jî eger Kurd şaşîtiyê neke dibe xwediyê sîstemekî federalî û dubare nexşeya xwe li rojhilata navîn cîbicî dike.

Xendan
Top