Serokê lîsteya PDKê bi xelkê Hewlêrê re civiya
Di civînê de Mamoste Murtke yêku, Serokatiya lîsteya PDKê dike behsa bernameya partiya demokrata Kurdistanê kir û ragehand ku, tevahiya armanca PDKê dabîn kirina jiyaneke xweş û bextewere bo gelê Kurd.
Murtke di berdewamiya axaftinên xwe de behsa xebat û Şoreşên berê yên gelê Kurd û rola partiya demokrata Kurdistan û Serokatiya PDKê kir û diyar kir ku, PDK û Serokatiya PDKê niha jî bi heman rih û coşa şoreşên derbasbûyî hewl bo bidest xistina tevahiya maf û daxwazên gelê Kurd dide.
