Tîma lêkolînê ji Sûriyeyê derket
Li gor nûçeya AFP, Karwana lêkolerên navdewletî ku ji 6 otombêlan pêk dihat, îro serê sibehê derbasî Libnanê bû.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Martin Nesirky, duh gotibû, Tîma lêkolînê karên xwe qedand û wê roja şemê ji Sûriyeyê derkevin. Duh jî, nûnera bilind a Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi karûbarên nehiştina çekan Angela Kane ji Sûriyeyê derket û dê îro raportekê derbarê erkên xwe de pêşkêşî Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon bike.
Tîma lêkolînê ku roja yekşemê dest bi karên xwe kiribû, di heyama 5 rojan de serdana wan navçeyan kir ku opozîsyona Sûriyê dibêje rêjîmê çekên kîmyayî tê de bikar aniye.
Her 13 lêkolerên navdewletî bi serkêşiya Ake sellstrom, hinek nimûne ji cihên ku dibêjin kîmyayî tê de bikar hatiye, berhev kirine û wê di taqîgehên û laborên Ewropayê fehis bikin. Erka tîma lêkolînê ew e ku derbixe ka çekên kîmyayî hatine bikaranîna yan na, bêy ku aliyê ew çek bikar aniye bê diyarkirin.
