• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê zîncîre teqînên li Bexda şermezar kir

Gulan Media August 29, 2013 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê zîncîre teqînên li Bexda şermezar kir
Bi mixabinî doh çarşem 28/08/2013 zîncîre teqîneke terorîstî li çend herêmên cûda cûdayên Bexdayê rûdan û li encamê de bi dehan welatiyên bêguneh şehîd û birîndar bûn û ziyanekî mezin jî li mulk û malê welatiyan gihand.

Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî wê karê terorîstî şermezar dikin. Zêdebûna kirdarên terorîstiyan, bi taybetî li vê demên dawî de, cihê nîgeraniyêne û pêwîste‌ helwestekî ciddî û lêkolîneke kûr li vî derbarî de bê kirin, ji bo wê yekê ku Hikûmet û aliyê peywendîdar mekanîzmekî çalak peydabikin û bexteweriya jiyana welatiyan biparêzin û encamderên vê kirdara terorîstî teslîm û radestî yasa bikin.

Her li vir ve pirse û serxweşiyê li kesukarê şehîdan dikin û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazîn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
29/08/2013
Top