Fazil Mîranî b heyeteke Eniya Teyar Elmusteqbel ya Libnanê re civiya
Di destpêka hevdîtinê de Fazil Mîranî li ser navê Serokatiya PDKê perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî gelê Libnan û kesûkarên qurbaniyên kiryarên terorîstî yên vê dawî yên li Libnanê kir.
Di berdewamiya civînê de her du alî behsa peyvendiyên navbera xwe kirin û peyvendiyên han bi girîng û dîrokî wesif kirin û tekez li ser bihêztir û berfiretir kirina wan peyvendiyan kir.
Di berdewamiya civînê de Mîranî behsa hilbijartinên Kurdistanê, rewşa Îraq û deverê jî kir.
Ji aliyeke din ve her îro Fazil Mîranî pêşwaziya Metranê Ebrîşeya Keldanî li Hewlêrê Metran Beşar Wertê û heteke pê re kir.
Di hevdîtineke de her du alî behsa rewşa niha ya Îraq û deverê kirin û Mîranî jî amadekariyên heyî yên ji bo hilbijartinên Kurdistanê ji heyeta mêwan re rave kir.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her du alî behsa bihevre jiyana pêkhatên olî li Kurdistanê de kir û tekez li ser vê yekê kirin ku, bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyên olî teybetemendiyeke gelek girîng ya çanda Kurdiye û dibe ev taybetmendiya han were parastin.
