• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hevsera Talabanî mizgêniya vegera Talabanî dide

Gulan Media August 28, 2013 Nûçe
Hevsera Talabanî mizgêniya vegera Talabanî dide
Hevsera serokomarê Iraqê Celal Talabanî, Xêro Îbrahîm Ehmed ragihand ku her roj tendirûstiya Talabanî ber bi başbûnê ve diçe. Hêro wiha got: “Ji bo vegerê mizginiya xweş di rê de ye.”

Cîgirê serokomarê Iraqê Xuzeyîr Xuzaî ligel parlamenterên Iraqê yên lîsteya Hevpeymaniya Nîştîmanî yên bi navê Xalid Esedî, Beha E’recîr, Hesen Sinêd, Şêx Emîd Mûela û Emar Te’me serdana Silêmaniyê kirin.

Xuzaî û şanda ligel serdana hevsera Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmed kirin. Di malpera fermî ya YNKê de wiha tê gotin: “Xuzaî di hevdîtinê de pirsa tendirûstiya Talabanî kir. Hêro jî Cîgirê serokomarê Iraqê piştrast kiriye ku bi berdewamî tendirûsta Mam Celal ber bi başbûnê ve diçe û ji bo di demekî zû de vegere, mizginiya xweş jî di rêde ye.”

Serdana şanda Hevpeymaniya Nîştîmanî bi armanca nivîsîna pêdiviya şerefa nîştîmanî ya di navbera pêkhateyên Iraqê de bû.

Îro cîgirê serokomarê Iraqê Xuzeyîr Xuzaî ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî civiya bû.

Rudaw
Top