Li Mûsilê 5 malên kurdên Şebek hatin teqandin
Berpirsê ragihandina liqa 14 a Mûsilê yê PDKê Seîd Mem û Zîn ji Rûdawê re got: “Îro danê sibehê li taxa Kerame ya Mûsilê, 5 malên kurdên Şebek hat teqandin. Di encamê de welatiyek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.”
Mem û Zîn bal kişand ser wê yekê ku ji despêka gefan û heta niha, 420 malên Şebekan ji Mûsilê derketine.
Heftiya borî jî li Mûsilê 3 kurdên Şebek di encama destdirêjiya çend çekdarên nenaskirî de hatibûn kuştin. Ev bûyer jî piştî gefa rêxistina Dewleta Iraq a Îslamî hat ku berî sê rojan Şebek agehdar kiribûn yan divê ji bajar derkevin an jî wê li dijî wan komkujiyê pêkbînin.
Piştî gefên rêxistina Dewleta Iraq a Îslamî, kurdên Şebek bi rêya Rûdawê daxwaz ji hêzên pêşmergeyan kirin ku li hewara wan biçin û navçeyên wan ji destdirêrjiya terorîstan biparêzin.
Rudaw
