• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî bi heyeteke Netewên Yekgirtî re civiya

Gulan Media August 28, 2013 Nûçe
Serok Barzanî bi heyeteke Netewên Yekgirtî re civiya
Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya heteke Rayedarên NY bi Serokatiya Komîserê komîsariyaya bilind ya Penaberan a ser bi NY kir.

Di hevdîtineke de ku, Berpirsa bernameya NY bo xwarin û erzaqê û hijmareke din ji Rayedarên ajansên din yên ser bi NY tê de amadebûn, heyeta han kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kir û Komîserê komîsariyaya bilind jiber hevkarî kirina Penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyayê jî spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî, hikûmeta Kurdistanê û gelê Kurd kir û got; Em gelek spasiya we dikin, ev xelk pêdeviya xwe bi we heye û weke merceek li we dimizîne, em weke komîsariyaya bilind jiber ew hevkarî û piştîwanî kirina penaberan spasiya hikûmet û gelê Kurd dikim û helwestên hikûmet û gelê Kurdistanê îsbat kirin ku, rihê bexşendeyî û xêrxwazî li Kurdistanê de gelek bihêze.

Serokê heyeta mêwan di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku, komîsariyaya bilind ya penaberan û saziyên din yên ser bi NY dikarin hevkariya wan penaberan bikin lewre em daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê dikin daku, di wê warî de hevkarî û karasanî bo me bike.

Serokê heyetê herwiha daxwaz ji Serok Barzanî kir daku, beşeke sereke ya kongreya netewî a Kurd ji bo hevkarî kirina madî û menewî ya penaberan were dabînkirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Berpirs bernameya xwerak û erzaq ya NY jî behsa bername û amadekariyên xwe yên ji bo hevkarî kirina Penaberan kir û spasiyên xwe û ajansa xwe jî pêşkêşî Serokê Kurdistanê, hikûmet û gelê Kurdistanê kir û ragehand ku, birastî hikûmet û gelê Kurdistanê ew yek îsbat kirin ku, hîn jî rihê mirovdostî di nava civaka Kurd de bihêztirîn rihe.

Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de got: Hevkarî û hewldanên hikûmet û gelê Kurdistanê ewqas bilez bûn ku, me ji xwe şerim kir lewre me jî bilez dest bi hewldan bo gehandina hevkariyan bo wan Penaberan kir.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî spasiya hatina heyeta NY û hewldanên wan bo hevkarî kirina Penaberên Rojavayê Kurdistanê kir û ragehand ku, tevahiya dezgeh û saziyên têkeldar yên hikûmeta Kurdistanê amadene ku, hevkarî û karasanî bo ajansên ser bi NY bikin.

Serok Barzanî eşkere kir ku, gelê Kurd hevkarî kirina Penaberên Rojavayê Kurdistanê weke erkekî xwe yê netewî dizane û vê di warê hevkarî kirinê de berdewam be.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaz ji heyeta NY kir daku, hevkariyên xwe jî bigehîne nava Sûriyayê jiber ku, di nava Sûriyayê de jî rewşa jiyana hijmareke zêde ji welatiyên vê welatî aloze.

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de behsa peyama kongreya netewî ya Kurd jî bo heyeta mêwan kir û ragehand ku, peyama kongreya netewî ya Kurd peyama aştî, bihevre jiyan û demokrasiyê ye.

Nirxandina rewşa deverê û rave kirina ew karesatên ku, li ser gelê Kurd hatine sepandin çend mijarên din yên vê hevdîtina han bûn.
Top