• Wednesday, 11 February 2026
logo

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo destpêkirina helmeta bangewaziya hilbijartina Parlemena Kurdistanê

Gulan Media August 28, 2013 Nûçe
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo destpêkirina helmeta bangewaziya hilbijartina Parlemena Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cihê xweşhalî û hêviyeke mezine îro dibînîn Herêma Kurdistanê li ber encamdana hilbijartina Parlemena Kurdistane ku bi dilniyayiyê ve hengavekî pir girînge ji bo dewlemendtir kirina ezmûna demokrasiya li welatê me de. Bi vê helkeftê pir bi dil pîrozbahiyên xwe bi gelê serbilindê Kurdistanê û hemû partî û aliyê siyasiyên beşdarvanê hilbijartinê radigihînim û hêvîdarim bibê sedema kûrtirbûna bingehên hukma gel û sedemek bê ji bo geşbûna siyasî ya li Kurdistanê.

Niha ku li yekem roja destpêkirina helmeta bangewaziya hilbijartina Parlemena Kurdistanê dayîn, daxwaz ji hemû partî û aliyê siyasiyan û endam û alîgiran û hemû welatiyên delal dikim bi hemû şiyanek ve hewl bidin vê helmetê li rewşeke aram û dûrî li kêşeyan û her wiha bi awayeke hemdemiyane û medenî bê encam dan û nebê sedema têkdana jiyana asayî ya xelkê.

Parastina nerîtên demokratik, bexteweriya welatiyan, aştiya civakî, pêgeh, nav û dengê Herêmê erkê hemû aliyeke û pêwîste pabendî wan bîn. Daxwaz ji hemû aliyê peywendîdarên Hikûmeta Herêmê û komîsyona bilinda serbixweya hilbijartinan jî dikim hemû hewlêkî xwe bixin holê heta helmeta bangewaziya hilbijartinan li ber çav girtina rênimayiyên yasayiyan û bi serkeftî bê encam dan.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
28.08.2013
Top