• Wednesday, 11 February 2026
logo

Teqîn li 12 nawçeyên Bexdadê 221 qurbanî girt

Gulan Media August 28, 2013 Nûçe
Teqîn li 12 nawçeyên Bexdadê 221 qurbanî girt
Îro zincîreyek teqîn paytexta Iraqê bajarê Bexdadê hejandin ku di encama ewan teqînan de 221 kes bûne qurbanî.


Jêderekê ji polîsê Bexdadê ragihand, ku teqînên îro li 12 nawçe û taxên Bexdadê çê bûn ku 12 otomobîlên bombrêjkirî û bombên çandî teqîyan. Li gor evê jêderê, teqîn li taxên Xezalîye, Amil, Huriye, Şeib, Cemîle, Mehmûdîye, Silîx, Bexdad Jedîde, Seyidîye, nawçeya pirda Dîyala, nawçeya Sedr û taxa Edil qewimîn.

Li gor heman jêderî, heta niha bi tewawî xuya nake ku çend kuştî û birîndar di encama teqînên îro yên Bexdadê de hene, lê amarên seretayî didin xuyakirin ku 86 kes hatine kuştin û 125 kes jî birîndar bûne ku piranîya wna welatîyên sivîlin.
Top