• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hijmara Penaberên Rojavayê li Başûr gehêşte 200 hezar kesan

Gulan Media August 28, 2013 Nûçe
Hijmara Penaberên Rojavayê li Başûr gehêşte 200 hezar kesan
Duh Cîgirê Berpirsê peyvendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragehand ku, hatina Kurdên Rojavayê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê berdewam e.

Dîndar Zêbarî di presskonferansekî de eşkere kir ku, jiber aloziyên heyî yên li Sûriya û Rojavayê Kurdistanê de heta niha zêdeyî ji 200 hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatine Başûrê Kurdistanê.

Zibarî eşkere kir ku, ev 200 hezar kes ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve li sê parêzgehên Dihuk, Hewlêr û Silimanyeyê de hatine bicîhkirin.

Nav hatî behsa hevkariyên ku, tên pêşkêş kirin jî kir û got: Her çend hevkariyên baş tên pêşkêşkirin lêbelê ev hevkariyên han nikarin bersifa tevahiya pêdeviyên wan Penaberan bidin.

Çavkanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa hevkariyên dezgeh û navendên navnetewî jî kir û ragehand ku, ew hevkariyên ku, ji bo Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Kurdistanê re tên şandin ji sedî 2ê hevkariyên Cîhanî ne û ev yek jî gelek kême dibe li gorî hijmara penaberan rêjeya hevkariyên han ji sedî 10 be.
Top