Bengeşeyên hilbijartinên parlemana Kurdistanê dest pê bûn
Ji duh şev ve û ji destpêka roja çarşembîyê ve, alîyên siyasî bi rêya tîmên propagandayan û bi hilwasîna dirûşman li ser şeqamên giştîyên bajar û bajarokên herêma Kurdistanê, dest bi bangeşeyên hilbijartinê kirin.
Ji 111 kursîyên parlemana Kurdistanê, 11 kursî kota ne û bo kême netewe û kêmîneyên herêma Kurdistanê hatine danîn. Ji kursîyên kota jî, 5 kursî bo turkmanên herêma Kurdistanê ne ku 25 kandîd rêkeberîyê li ser dikin û 5 kursî jî bo xelkê Kild û Aşûrî ye û 15 kandîd kêberîyê li ser dikin û 1 kursî jî bo kêmîneya Ermenî ye û 4 kanîdên ermenî kêberîyê li ser dikin.
Herwisa bo bi dest ve anîna 100 kursîyên dinên parlemanê jî, 1085 kanîdên partîyên Kurdistanî û kesayetîyên serbixwe kêberîyê dikin.
Li gor rênimayîyên komisiyona bilinda serbixweya hilbijartinn Iraqê û wezareta bajarvanîyê, gerek kandîd bi hemahengîya li gel bajarvanîyan, poster û bangeşeyên xwe hilawîsin û hemû core bangeşeyek jî li cihên giştî qedexe ye.
Biryar wiha ye ku di rêkewta 21/09/2013 de hilbijartinên parlemana Kurdistanê bi beşdarîya 32 kîyanên siyasî bihê encamdan.
