´´Kuweyt sînorê avî yê Iraqê kontrol dike´´
Endmaa parlemana Iraqê Alîye Nesîf ragihandiye, ku piştî ku Iraq li jêr benda heftem a Neteweyên Yekgirtî derkevt û piştî tewawbûna projeya bendera Mobarek ku niha %50 evê projeyê tewaw bûye, welatê Kuweytê bi tewawî kontrola sînorê avî yê Iraqê dike.
Alîye Nesîf got:´´pêywîste li ser Iraqîyan ku daxwaza mafê xwe bikin û bi hîç şêweyek nehê qebûlkirin ku ew nawçeya sînorî bi Kuweytê bihê dan, çimku mafê Iraqê ye û nabe ji ber berjewendîya çend kesan, sînorê Iraqê bi Kuweytê bihê dan û niha dibe ku di ewna rêkevtinên navbera Iraq û Kuweytê de yên derbarê nawçeyên sînorî de, guftûgo li ser bihê kirin.´´
