Biraya dadgeha federal bo berjewendîya Kurd; madeya 23 a taybet bi Kerkûkê hate redkirin
Ji alîyê xwe ve Fraksiyona Kurdistanî ya di parlemana Iraqê de di konfranseke rojnamevanî de xoşhalîya xwe li hember evê biryara dadgeha federalîya Iraqê nîşan da.
Mueyed Teyib peyvdarê fraksiyona Kurdistanî di bêjedanekê de bo PNA di evê bareyê de got:´´ Kerkûk, dibe weke hemû parêzgehên dinên Iraqê, hilbijartin tê de bihê encamdan, çimku ewe mafeke destûrî ye û gerek îdareya parêzgeha Kerkûkê hemû ew desthilat bo vegerin ku ji ber encam nedana hilbijartinan, ji berpirsên îdareya parêzgehê hatibûn standin.´´
Herwiha Xalid Şuwanî parlemanterê Kerkûkîyê yê parlemana Iraqê yê ser bi fraksiyona Kurdistanî ve jî li ser rûpela taybetîya xwe li ser tora civakîya facebookê di bareya evê biryara dadgeha federal de nivîsîye, ku ´´ev birayra îro ya dadgeha federala Iraqê pêngaveke erênî ye û pêngaveke başe bere encamdana hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê.´´
