• Wednesday, 11 February 2026
logo

Fransa: Hêşta biryar li ser yekalîkirina rewşa Surîyê bi rêya gurza serbazî nehatiye dan

Gulan Media August 26, 2013 Nûçe
Fransa: Hêşta biryar li ser yekalîkirina rewşa Surîyê bi rêya gurza serbazî nehatiye dan
Wezîrê derveyê Fransa Loran Fabiyos duh duşembe ragihand, ku hêşta biryarek nîne ku hêza serbazî weke bersivekê bo êrişa Kîmyayî ya li Surîyê, dij bi hikûmeta Surîyê bihê encamdan, lê hemû bijarde amade ne.


Loran Fabiyos ji radyo Ewropa 1 re ragihandiye, ku ´´hêşta biryar nehatiye dan. Perçe kirdara guncaw di ber dest de nîne..di çend rojên kêm ên dahatî de biryar li ser dihê dan.´´

Fabiyos herwisa got:´´ hemû bijardeyek vekirî ye û ewa ku bas nehatiye kirin, eve ye ku hîç tiştekê nekeyn.´´ Ewe jî weke amajedan bi ewêendê ku hemû eger û ji wan destwerdana serbazî li Surîyê di ber dest de amade ye.
Top