• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parlementoya Îraqê 1 miliyar dînar hevkariya Penaberên Rojavayê dike

Gulan Media August 26, 2013 Nûçe
Parlementoya Îraqê 1 miliyar dînar hevkariya Penaberên Rojavayê dike
Parlementera Parlementoya Îraqê ya ser bi firakisyona hevpeymaniya Kurdistanî Necîbe Necîb ragehand ku, duh parlementoya Îraqê civiya û di civîna xwe de çendîn babetên girîng weke serrast kirina qanûna teqaod û leşkeriyê hatin nîqaşkirin.

Necîbe Necîb di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku, meseleya Penaberên Rojavayê kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê jî babeteke din bû ku, li Parlementoya Îraqê de li ser hate rawestandin.

Necîb eşkere kir ku, parlementoya Îraqê di çarçoveya giftûgo kirin li ser vê mijarê de biryar da daku, yek miliyar dînar hevkariya wan Penaberan bike.
Top